BI DÎMEN

Cenazeyê Nûjiyan û Ferhat ji aliyê hezaran kes ve hate veşartin

Cenazeyê Rojnamevan Nûjiyan Erhan û şervanê YBŞ'ê Ferhat Çuva li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan bi merasîmekê hate veşartin .

 

 

Rojnamevana Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) 3’ê Adarê di berxwedaniya li hemberî çeteyên PDK/AKP`ê giran birîndar bû û roja 22`ê Adarê li nexweşxaneya Heseke şehîd bû. Her wiha şervanê YBŞ’ê yê bi navê Ferhat Çûva (Neçîrvan Akbal) di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê di 23’ê Adarê de şehîd ketibû.

Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, Endamên Çapemeniya Azad a Rojava ji bo tevlî merasîma rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ferhat Çuva,berê xwe dan Şengalê. Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ferhat Çûva, cangoriyên azadiyê, alên YBŞ û YJŞ’ bilind kirin.

Karwana wesayitan li cihên ku derbas dibû, ji aliyê gelê Êzidî ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Cenazeyên cangoriyan bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bimire Xiyanet” pêşwazî kirin.

Karwana wesayîtan ya cenazayên Nûjiyan û Çavu gihişt Şengalê û bi tevlîbûna Endamê Çapemeniya Azad a Şengalê, Meclîsa Avaker a Şengalê, TAJÊ, PADÊ, şervanên YBŞ û YJŞ’ê, Asayişa Êzidxanê, gelê Êzidî, welatiyên Kantona Cizirê û Endamên Çapemeniya Azad a Rojavat merasîmek hate lidarxistin.

Li gorîstanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin û piştre li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Rosyar Vejîn wiha got: “Wê ne leşkerên Tirk, ne çeteyên DAIŞ’ê û PDK’ê cihê wan axa pîroz de tûneye. Em jî Nûjiyan û Ferhat fêrî berxwedanê bûn. Nûjiyan û Ferhat ji bo me soza tolhildanê ye. Nûjiyan vejînek nû ye û jiyanek nû ye. Em bang li tevahî gelê xwe yê êzidî dikin her cihê bikin qada berxwedan û serhildanê.”

Li ser navê TAJÊ Laleşîn Malik axivî û destnîşan kir ku Nujiyan li hemberî çeteyan sekînin û çok netewandin û got: “Ji Şengalê heya Nisêbinê gelê xwe yên berxwedêr silav dikin. Em ji malbata Şehîd Nûjiyan û şehîd Ferhat re sersaxî dixwazin. Serê gelê kurd û şervanan azad be. Heya dîrok hebe û em hebin soza me Kurdistanek azade. Ferhat heta dawiyê ser çeperên DAIŞ’ê çû û heya gûleya xwe ya dawî şer kir û şehid ket. Nûjiyan jî bi gûleya xayîn û bêbextan şehîdt ket. Em ji xayînan re dibêjin çawan Dehaq li ser vê axê bin ket, wê bi berxwedana Nûjiyan û Ferhat wê Dehaq carek din ser vê axê bin bixe. Nûjiyan bi kamera xwe dengê şervanên azadiyê û rastiya gelê xwe nîşanî cîhanê da. Em soz û peyman didin wekî rêhevalên wan xeta jina azad û Rêberê azad, em ê ser şopa Nûjiyan û Ferhatan têkoşîna xwe bilind bikin.”

Cenazeyên herdu cangoriyan li ser milê rêheval û rojnamevanan bi diruşmeyên “Şehîd namirin “ Bimire Xiyanet” hate veşartin