Cenazeyê Nûjiyan û Ferhad gihiştin goristanê
Bi sedan karwanê wesayîtan cenazeyê Rojnamevan Nûjiyan û şervanê YBŞ’ê Ferhat pêk dihat, gihiştin goristanê.
Bi sedan karwanê wesayîtan cenazeyê Rojnamevan Nûjiyan û şervanê YBŞ’ê Ferhat pêk dihat, gihiştin goristanê.
Rojnamevana Jin Nûjiyan Erhan(Tuba Akyilmaz) 3’yê Adarê di encama êrîşên çeteyên PDK/AKP`ê de bi giranî birîndar bûbû û roja 22`yê Adarê li nexweşxaneya Heseke şehîd bû. Her wiha şervanê YBŞ’ê yê bi navê Ferhat Çuva(Neçîrvan Akbal) di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê di 23’yê Adarê de şehîd bûbû..Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, Endamên Çapemeniya Azad a Rojava ji bo tevlî merasîma rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ferhat Çuva bûbûn berê xwe dan Şengalê.
Di destê wan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ferhat Çuva, cangoriyên azadiyê,alên YBŞ û YJŞ’ hildan.
Bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bimire Xiyanet” berz kirin.
Karwana wesayîta cenazeyê Nûjiyan û Çûva gihişt Şengalê, ber bi bajarokê Xanesorê ve diçe. Wê Endamên Çapemeniya Azad a Şengalê, Meclîsa Avakar a Şengalê, TAJÊ, PADÊ, şervanên YBŞ û YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxanê, gelê Êzidî, welatiyên Kantona Cizîrê û Endamên Çapemeniya Azad a Rojava tevlî merasîmê bibin.
Her cihê ku karwanê wesayitan derbas bû ji aliyê gelê êzidî ve bi diruşme û tilîliyan hatin pêşwaz kirin. Cenazeyên cangoriyan bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bimire Xiyanet” pêşwazî kirin.
Cenazeyê Rojnamevan Nujiyan û şervanê YBŞ’ê Ferhat gihişt goristana Pakrewana ya Şehîd Dilgeş û Berxwedan a çiyayê Şengalê.
Piştî çend kêliyanên din wê merasîm destpê bike.