Cenazeyê Mûrat Dag ê HPG’yî hate veşartin

Cenazeyê gerîla Mûrat Dag ê HPG’yî yê ku di şerê beriya du rojan ê li Dersimê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.

Cenazeyê Mûrat Dag (Ferhat Yilmaz) ê gerîlayê HPG’ê yê di şerê 16’ê Kanûnê li bejahiya Pîlemûriye ya Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbtê ve li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate teşxîzkirin û li cihê jê lidayik bibû hate veşartin.

RÊ NEDAN CARA DAWÎ KURÊ XWE BIBÎNE

Cenazeyê Dag ê ji bo definkirinê anîn Goristana Asri ya Yenîkoy a navçeya Navenda Rezanê, ji aliyê rêveberên HDP’ê, DBP’ê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li goristana ku ji aliyê gelek wesayîtên zirxî û polîsên TEM’ê û Şaxê Ewlekariyê ve hatibû dorpêçkirin, polîsên ku çekên giran li destê wan qelebalixa wan bal kişand. Ferdên din ên malbatê ku ji Edeneyê ji bo tevlî merasîma cenazê Dag bibin ketibûn ser rê, cenaze hate rawestandin. Polîsên ku di destê wan de çek hebûn ji bo cenaze bê definkirin malbat gef kirin. Tevî ku kêm mabû dayika Dag bigihêje Amedê û cara dawî kurê xwe bibîne, lê dîsan polîsan gef kirin. Tevî israra rêveberên HDP’yî û bavê şehîd polîsan diyarkirin ku eger defin nekin wê bi xwe defin bikin. Li ser vê piştî wecîbeyên olî cenazeyê Dag hate veşartin.

Serokê HDP’ê yê bajrê Serîf Camcî li vir axivî û anî ziman ku polîsan rê neda cara dawî dayik kurê xwe bibîne û got: “Ev zilm e. Ev neheqeiyekî mezin e. Mirovahî vê qebûl nake.” û sersaxî ji malbatê re xwest.

Malbat wê li Edeneyê sersaxiyê qebûl bike.