Cenazeyê Mûrat Araç hate veşartin

Cenazeyê ciwanê Kurd Mûrat Araç ê li binê çavan jiyana xwe ji dest da û guman heye ku di binê çavan de hatiye kuştin, li Serêkaniyê di nava dorpêçiya polîsan de hate veşartin. Hat ragihandin ku pişt stuyê Araç werimî bû, şîn û reş bûbû.

Cenazeyê Mûrat Araç (19) ê pêr li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê di dema kontrola rê de hate binçavkirin û li avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê danê sibehê hate veşartin. Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî, malbatê xwest bi wesayita rakirina cenaze, cenazeyê kurê xwe ji Antalyayê bîne Rihayê lê belê wesayit jê re nehate dayin.

Cenazeyê ku danê sibehê gihandin Serêkaniyê, anîn mala malbatê ya li taxa Mehmet Akîf Ersoy. Li vê derê jî ji ber ku şaredariyê wesayit neda, malbatê bi îmkanên xwe cenaze gihand goristana navçeyê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenaze danê sibehê hate veşartin.

Şaredariya Serêkaniyê ku wesayit neda, her wiha ji bo taziyeyê jî sersaxî neda. Malbatê li ser vê yekê li hewşa mala xwe konê sersaxiyê veda.

Bav Mehmet Araç der barê cenaze de agahî da û got, li pişt stuyê wî şopa lêdanê hebû, werimî bû, şîn û reş bûbû.

Kek Îlhan Araç jî ku piştî otopsiyê cenaze dît, anî ziman ku ser çavê birayê wî werimî bû û nekarî bi 16-17 kêlan tasa serê wî hatibû dirûtin. Kek Araç got, "Çi bi serê birayê min hatibe, li emniyetê bi serê wî hatiye."