Cenazeyê Medya Çinar di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin

Cenazeyê Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi çalakiyeke fedayî şehîd bû, hate veşartin. Di ketina gund de polîsan rê neda ku bi sedan kesên ku dixwestin tevlî merasîmê didin.

Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, ji aliyê malbatê ve ji Morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê cenaze bir gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê. Lê belê leşkeran nehişt wesayîtên xwestin bi wesayîta cenaze re biçin têkevin rê. Her wiha leşkeran gund dorpêç kir û têketina gund girtin.

Parlementerên HDP'ê jî di nav de bi sedan kes xwestin tevlî merasîma cenaze bibin. Lê belê li têketina gund leşkeran nehiştin welatî têkevin gund. Li ser vê di navbera parlementer, welatî û leşker alozî derket. Leşekaran diyar kir ku biryar biryara Walîtiya Mêrdînê ye û kes nikare tevlî merasîmê bibe. Piştî nîqaş dewam kir vê carê leşkeran îdîa kir û got: "Malbat we naxwaze."

Piştî van nîqaşan, bi sedan kesên hatin gund li têketina gund sekinîn. Cenaze li goristana gund hat veşartin.