Cenazeyê Hacî Mîrza Elî li wargeha Mexmûrê hate veşartin

Xelkê Mexmûrê cenazeyê Hacî Mîrza Elî ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, doh bi şev spart axê.

Cenazeyê Hacî Mîrza Elî ku doh di êrişa bi balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, doh bi şev ji Nexweşxaneya Geyara hat wergirtin.

Şêniyên Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî tevî malbata Hacî Mîrza Elî, cenaze bi konvoyekê ji nexweşxaneyê anîn wargehê. Konvoy li pêşiya wargehê ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin.

Piştre li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şehîd merasîmek hate çêkirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şerdariya wargehê Bedran Pîran axîvî.

Bedran Pîran destpêkê şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: "Li her çar parçeyên Kurdistanê, li ser tevgera azadî êriş hene. Herî dawî êrişî wargeha berxwedanê kirin. Wê nekarin bi van êrîşan îradeya wargehê bişkînin. Bi xencera xayînan, xencer li pişta wargehê dan. Bila deweleta Tirk a faşist û hevkarê wan Mala Barzan yên ku destê xwe dirêjî pakrawan û gelê me dikin, ne bêjin wê ev yek ji me re bi mîne. Sekna gelê wargehê, sekna gelê berxwedêre. Dijmin ji îradeya gelê me ya polayî ditirse. Ji ber wê ev êrîşên tirsonek li ser gelê me pêktînin. Em li vir soza ku şehîdên me dayî dûbare dikin û soz didin ku emê destê îxanetkaran bişkînîn. Ji ber ku îro dijmin li hember pakrawanên azadiyê çok didanin erdê. Dijmin dixwaze îradeya me bişkîne, lê nizanin em ji şahedetan hêz digirin."

Piştî axaftina Bedran Pîran xelkê wargehê darbesta şehîdê xwe rakirin û ber bi goristanê ve meşiya. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimire xiyanet’ hatin berzkirin.

Cenazeyê şehîd li goristina wargehê hate veşartin.