Cenazeyê Gulsin Ayaz li Mexmûrê hate veşartin

Cenazeyê Gulsin Ayaz a ji wargeha Mexmûrê, ku doh di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin.

Wesayitek ji şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) doh dema ji Nexweşxaneya Silêmaniyeyê vedigeriya, piştî nîvro li nêzî gundê Sergeranê yê navçeya Mexmûrê qeza kir. Di bûyerê de Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Piştî otopsiyê cenazeyê Gulsin Ayaz ji Musilê bi konvoyekê birin wargehê. Cenaze ji aliyê şêniyên wargehê ve hate pêşwazîkirin.

Ji bo bicihanîna wecîbeyên olî cenaze birin mizgefta taxa Şehîd Çîçek. Bi şev jî li goristana wargehê bi merasîmekê hate veşartin.