Cenazeyê girtî Serhat Temîzer hat veşartin
Cenazeyê Serhat Temîzer ê roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê Serhat Temîzer ê roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê Serhat Temîzer ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ku roja biryara tehliyeya wî ew birin û jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê Temîzer piştî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hat wergirtin, li goristana Taxa Îskele ya navçeya Tûşbayê hate veşartin.
MEBYA-DER, TUAY-DER’a, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê û gelek kes tevlî merasîmê bûn. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan jî tevlî merasîmê bûn.
Malbat wê li Mala Şînê ya Emîn Paşa ya navçeya Riya Armûşê sersaxiyan qebûl bike.
DERBARÊ TEMÎZER DE
Serhat Temîzer di 6’ê Mijdara 2017’an de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di 7’ê Mijdara 2019’an de hat tehliyekirin. Temîzer 6’ê Adara 2021’an dîsa hat girtin. Temîzer ê bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” hat girtin duh danişîna wî ya biryarê hat lidarxistin. Temîzer ê 22 salî ku nexweşiya epîlepsî lê peyda bûye, duh ji bo danişînê ji Girtîgeha Jimara 2’yan a Dumlu ya Erziromê anîn Colemêrgê. Li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di çarçoveya “zarokên xistine nav sûc” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Der barê Temîzer de bi hinceta “demek dirêj di girtîgehê de maye” biryara tehliyeya wî hat dayîn.
ÎDIAYA KU REWŞA WÎ GIRAN BÛYE
Temîzer li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ku piştî biryara tehliyeya wî birin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku rewşa Temîzer giran bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye.