Cenazeyê gerîlayekî li Dêrikê şehîd bû piştî 22 mehan hate radestkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hîkmet Eren ku Cotmeha 2019'an li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de şehîd bû, piştî 22 mehan radestî malbatê kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hîkmet Eren ku Cotmeha 2019'an li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de şehîd bû, piştî 22 mehan radestî malbatê kirin.
Cenazeyê gerîla Hîkmet Eren, piştî ku encama DNA'yê diyar bû di 29'ê Hezîranê de radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîla yê li Goristana Bêkesan a navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatibû veşartin, hate wergirtin û birin Goristana gundê Gundikê yê navçeya Qoserê.
Jendermeyan dor li goristanê girtin û tenê destûr dan ku endamên malbatê tevlî merasîma veşartina cenaze bibin.