Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yavan hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Evliya Yavan ku di şerê 19’ê Tebaxê yê li navçeya Wanê Elbakê de jiyana xwe ji dest dabû,li gundê Zêrêl ê Colemêrgê hate veşartin.

Di şerê 19’ê Tebaxê ya li navçeya Wanê Elbakê de gerîlayê HPG’ê Evliya Yavan (Rizgar Elbak) jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê Yavan li gundê Zêrêl yê navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin.

Cenazeyê Yavan ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Wanê hate girtin û anîn gundê Zêrêl. Rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan jî di nav de gelek welatî beşdarî merasîma veşartinê bûn. Cenazeyê Yavan piştî wacîbeyênn olî li goristana gund hate veşartin.

Malbata Yavan wê serdanên sersaxiyê li mizgefta gund qebûl bike.