Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tul spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Davut Tul (Zinar Raperîn) ê 28’ê Tîrmehê di şereke navçeya Şêrwan a Sêrtê de şehîd bûbû piştî 5 mehan û şûnde spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Davût Tul (Zinar Raperîn) ê di şerê 28’ê Tîrmehê li devera Geliyê Bombat ê navçeya Şêrwan a Sêrtê derketî de şehîd bûbû, piştî 5 mehan şûnde da malbatê.

Cenazeyê piştî testa DNA’yê ji Goristana Zevye ya navenda bajarê Sêrtê hate girtin, birin Taxa Paçûxliye Jêr a navçeya Qelqelî ya Wanê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Tul ji aliyê ferdên malbatê ve bi lorikan spartin axê.

Ji derveyî ferdên malbatê rê neda ku kes tevlî merasîmê bibin.