Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tara li Amedê spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûhammet Tara ê li Dersimê şehîd bûbû, piştî 37 rojan û şûnde radestî malbatê hate kirin.

Piştî nimûneya xwînê ya malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muhammet Tara yê li bejahiya gundê Şakak a Dersimê şehîd bûbû, piştî 37 rojan bi şûnde radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê Tara yê îro ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate girtin, di bin çavdêriya polîsan de birin Taxa Şehîdlik a navçeya Yenîşehîr a navenda Amedê.

Cenazeyê Tara yê piştî wecîbeyên olî û şûnde malbatê di bin çavdêriya polîs û dorpêçê de li goristana li Taxa Şehîdlikê spartin axê.