Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Seyhan Taş spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Seyhan Taş bi nasnav Mezlûm Serhat ê ku di şerê li navçeya Başan a Îdirê qewimî de şehîd bûbû, piştî 9 mehan û şûnde hate girtin û li warê wî spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Seyhan Taş  bi nasnav Mazlûm Serhat ê di şerê 8’ê Hezîrana 2020’ê ya li devera Kirê Sor a girêdayî navçeya Başan a Îdirê qewimî de şehîd bûbû, ji aliyê malbatê ve îro hate girtin.

Cenazeyê Taş ê ji Goristana Bêkesan a Erziromê hate girtin, birin Taxa Selahane ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê. Ji derveyî ferdên malbatê rê neda ku tu kes tevlî merasîma cenaze bibe, cenaze di bin dorpêçê de spartin axê.