Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yakişir hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yakişir ku 13'ê Tîrmehê li Gumuşhaneyê di şer de şehîd bû, li Amedê hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Mehmet Yakişir (Cûdî) roja 13'ê Tîrmehê li herêma Yaylalar a Gumuşhane-Gîresûnê di şer de şehîd bûbû û cenazeyê wî roja Duşemê ji Trabzonê biribûn Amedê.

Cenazeyê gerîla Mehmet Yakişir li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin. Parlamenterên HDP'yî yên Amedê Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari, rêveberên HDP û DBP'ê û xizmên şehîd tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê Mehmet Yakişir bi nasnav Cûdî, li goristanê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Dema ku cenaze anîn goristanê, bi sedan polîsên Tirk dor li goristanê girtin. Malbatê xwest posterê Yakişir veke, lê polîsan nehiştn.

Piştî axaftinan, cenazeyê Mehmet Yakişir hate veşartin.