Wekîlên HDP'yî ketin ber lêpirsînê

Wekîlên HDP'yî Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogullari ketin ber lêpirsînê.

Rejîma AKP-MHP'ê ku bi fen û fûtan kir nekir nekarî HDP'ê di binê benda hilbijartinê de bihêle, niha jî bi destê dadgeriyê êrîşê dibe ser HDP'ê.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di derbarê parlamenterên Amedê yên HDP'yî Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogullari de dest bi lêpirsînê kir. Dozgeriya Tirk, tevlîbûna her du parlamenteran a li merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'e Mehmet Yakişir ku li Gîresûnê şehîd bûbû, ji bo lêpirsînê kir hincet.