Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kanat bi merasîmeke haybet ve hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Kanat ku 32 sal in di nava refên şoreşê de têkoşîn meşand û 16 salan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de berxwedan kirî, bi merasîmeke heybet li Qendîlê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Kanat (Yaşar Avşîn) ku duh di encama nexweşiyê de şehîd bû, îro bi karwaneke wesyetan bi merasîmek mezin li herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê hate veşartin.

Dema karwanê cenazeyê gerîla Îbrahîm Kanat gihişt gundê Derwekotor a girêdayî Qendîlê, ji aliyê welatiyan ve bi dirûşim û tîlîliyan hate pêşwazîkirin. Piştî deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, karwanê cenaze ber bi goristanê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de yek ji Fermandarên HPG’ê Zinar Sîpan axivî û wiha got: “Şehîd Yaşar yek ji hevalên me yên leheng bû ku bi salane di nava şoreşê de cihê xwe digirt. Di girtîgehên dagirkeran de berxwedanek mezin meşand. Hevalek dilsozê gelê xwe bû. Di oxira mirovahî û xaka xwe de têkoşînek mezin meşand. Ji bo wê jî em jî soz didin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser rêka şehîdan dimeşîn.”

Piştre li ser navê Tevgera Azadî, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî li herêma Raperîn Şiwan Xidir axivî û got: “Ji bo derbaskirina rewşa îro ya gelê me, divê em hemû xwe berpirs bibinin û hewldan bikin. Ji ber îro pîlanên mezin ên dagirkeran hene ji bo destdanîna ser xak û tinekirina gelê me. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê aliyek hewl dide dibin navê referandûmê de Başûr radestê dagirkeran bike. Divê em hemû dijî van pîlan û hewldanan rawestin.”

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec jî wiha axivî: “Şehîd Yaşar ne tenê şehîdê malbatekê û parçeyek Kurdistanê ye. Şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Piştre cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Kanat (Yaşar Avşîn) bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Kanat (Yaşar Avşîn) di sala 1985’ê de tevlî nav refên PKK’ê bû. 16 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma. Di 1’ê Cotmeha 2017’an de ji ber nexweşiyê tevlî karwanê şehîdan bû.