Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hamît Kartal hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hamît Kartal ku li Colemêrgê şehîd bû, bi merasîmekê li Farqînê hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Hamît Kartal 15'ê Îlonê li Zozanê Beytanê yê Colemêrgê di şer de şehîd bû bû. Malbata Kartal ji bo testa DNA'yê serî li Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê da.

Dozgeriyê di 16'ê Mijdarê de li malbatê geriya û jê re ragihand ku dikarin cenazeyê xwe werbigire. Malbatê êvara heman rojê ji bo wergirtina cenaze ji Amedê çû Colemêrgê. Malbat sibeha 17'ê Mijdarê gihîşti Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û piştî ku 7 saetan hate rawestandin cenazeyê kurê xwe wergirt û bir Amedê. Malbat di rê de li dehan nuqteyên kontrolê yên polîs û leşkeran hate rawestandin û Lêkolîna Agahiyên Giştî (GBT) li malbatê hate ferzkirin.

Piştî zor û zehmetiyan malbatê cenazeyê kurê xwe bi şev gihand gundê Reşika yê Farqînê. Cenaze nîvê şevê bi merasîmekê ku rêveberên HDP û DBP, MEBYA-DER, DÎK, TUAYD-DER'ê û ferdên malbatê û gelek kesên li herêmê, hate veşartin.