Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Firat Gîzlenç li Farqînê veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Firat Gîzlenç ê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Farqînê veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Firat Gîzlenç (Sîdar Farqîn) li Şirnexê di encama êrîşa hewayî ya arteşa Tirk a dagirker de 14-15’ê Cotmehê şehîd bûbû, li navçeya Farqîna Amedê hat veşartin.

Malbata Gîzlenç piştî ku bihîst ku zarokê wan şehîd bûye, ji bo ku cenaze bigirin îro çûn Şirnexê û serî li Dozgeriya Şirnexê dan.

Piştî ku dozgeriyê destûr da, malbat ji bo ku cenaze teşhîs bike çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku malbatê cenaze teşhis kir, cenaze radestî malbatê hat kirin.

Malbata ku cenaze teslîm girt, ji bo ku cenaze defin bikin ber bi navçeya Farqînê ve bi rê ketin. Malbat êvarî gihişt Farqînê û di bin dorpêça polîsan de li Mizgefta Hafiz Hoca ya Taxa Qulfa ya Farqînê, wecîbeyên olî yên cenaze pêk anîn. Piştre dîsa di bin dorpêça polîsan de ji bo ku cenaze defin bikin, cenaze birin Goristana Taxa Qulfayê.

Ferdên malbatê û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîs û wesayîtên zirxî de hat veşartin.