Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Demîr hate veşartin

Malbata gerîlayê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ku di 11’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 49 rojan cenazeyê kurê xwe wergirtin û şevê din li Bismilê defin kirin.

Gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku ji navçeya Bismil a Amedê ye, di 11’ê Tebaxa 2019'an de li bejahiya navçeya Geverê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî malbatê di 18’ê Tebaxê de agahî wergirt ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, di 21’ê Tebaxê de çû Gever û Colemêrgê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşhîs kirin. Li ser vê malbatê di 21’ê Tebaxê de serî li Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê da û ji bo testa DNA’yê jî xwîn dabûn. Malbatê piştî 49 rojan di 28'ê Îlonê de dîsa serî li dozgerî dan û cenaze ji morga Nexweşxaneya Colemêrgê girtin û anîn Bismila Amedê. Malbatê diyar kirin ku di rê de bi hinceta kontrola GBT'ê rastî tacîza esker û polîsan hatine. Malbatê şevê din nîvê şevê de bi tevlîbûnek girseyî cenaze li Goristana Taxa Akpinar spartin axê. Dema beşdarbûna gel polîsan goristan dorpêç kir û kesên beşdarî merasimê bûn di GBT'ê re derbas kirin.

Malbatê piştî şevê din cenaze defin kirin, xwestin li taxê konê şînê vedin. Lê ji ber polîsan destûr nedan malbat konê şînê vedin, li mala xwe şîn danîn. Şîn wê li mala bavê Muhammet Emîn Demîr 3 rojan bidome.