Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Can hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozgur Can ê di şerê li navçeya Hezex a Şirnexê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe bi marasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozgur Can ê li gel çar hevalên xwe di şerê 2’yê Tîrmehê ya navçeya Hezex a Şirnexê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA’yê û şûnde radestî malêbatê hate kirin. Cenazeyê Can ê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hate girtin, birin Goristana Medera ya li Êlihê. Di marsîma cenazeyê Can li gel malbata Can rêveberên HDP’ê û BDP’ê û gelek kes beşdar bûn.

Bavê Can Mûstefa Can ê di merasîmê de axivî û bal kişand ku êrîşên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Kurdan tê kirin çiqas qirker û kîndar tê maşandin didome. Can got: “Şerekî ewqas xedar e ku malbat nikarin bedena zarokên xwe jî nas bikin. Lê tevî her tiştî jî em ê di rêya zarokên xwe de bimeşin.”

Piştî karûbarên cenaze, cenazeyê Can bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.