Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bûlat piştî 57 rojan radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Bûlat ku li Licê şehîd bû, piştî 57 rojan radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Bûlat ku li Licê şehîd bû, piştî 57 rojan radestî malbatê hate kirin.
Gerîlayê HPG'ê Abdullah Bûlat (Armanc Cûdî) 18'ê Gulanê li navçeya Licê ya Amedê di şer de şehîd bû bû. Cenazeyê Bûlat li bajarokê Bekîrhan ê navçeya Hezo ya Êlihê hate veşartin.
Cenazeyê Bûlat 57 rojan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hate hiştin û doh bi şev radestî malbata wî hate kirin.
Cenaze bi merasîmekê ku ferd û xizmên malbatê û şêniyên herêmê, hate veşartin.