Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bîrsen li Amedê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Omer Bîrsen ku li Şirnexê sala 2018'an di şer de şehîd bû, li taxa Kirkincik a navçeya Rezan a Amedê, di nava dorpêçiya leşkeran de hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Omer Bîrsen di 28'ê Tîrmeha 2018'an de li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê di şer de şehîd bûbû. Malbata Omer Bîrsen cenazeyê kurê xwe ji Goristan Taxa Vakifkentê bir taxa Kirkincik ê navçeya Rezan a Amedê. Di rê de li 5 nuqteyên cuda yên kontrolê malbata Bîrsen hate rawestandin û ji aliyê polîs û leşkeran ve di kontrola agahiyên giştî de hate derbaskirin. Cenaze ji aliyê gel û malbatê ve nîvê şevê di bin dorpêçiya leşkeran de hate veşartin.