Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aktaş hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesût Aktaş, di nava dorpêçiya polîsan de hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Mesût Aktaş, 25'ê Nîsanê li navçeya Licê ya Amedê di şer de şehîd bûbû û cenazeyê wî 26 rojan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl dihate hiştin. Cenazeyê Mesût Aktaş doh radestî malbata wî hate kirin. Malbata Aktaş xwest cenazeyê wî li Goristana Deriyê Mêrdînê bê veşartin û wecîbeyên olî li wir bên kirin, lê belê polîsên Tirk destûr nedan. Piştî ku cenazeyê Mesût Aktaş li morga nexweşxaneyê hate şuştin, di bin dorpêçiya polîsan de bi wesayita ceza birin goristanê.

Ji bilî xizmên Aktaş destûr nehate dayin ku kes tevlî merasîma veşartina cenaze bibe. Cenazeyê Aktaş li kêleka gora dayika wî hate veşartin. Malbata Aktaş wê serdanên ji bo sersaxiyê li mala Şînê ya Mistan a li navçeya Sûrê ya Amedê pêşwazî bike.