Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dilvîn Can bi girseyî veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dilvîn Can a di êrîşeke ya artêşa Tirk a dagirker a li Hewêl a Sêrtê de şehîd bûbû, li Êlihê bi merasîmeke girseyî veşartin.

Gerîlaya YJA STAR'ê Dilvîn Can ku di 16'ê Îlona 2016'an de li navçeya Hawêl a Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Asrî ya Êlihê hate definkirin. Rayedaran di 1'ê Hezîrana 2021'ê de telefonî malbatê kir û ji malbatê xwestin ji bo DNA'yê xwînê bidin. Piştî vê malbat di 2'yê Hezîranê de çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê û xwîn da.  

Duh, malbatê pê hesiya ku testên DNA'yê li hev derketine. Piştî vê malbat xwest cenazeyê Canê yê li qisma gorên bêkesan a Goristana Zevyeyê hatibû veşartin wergire. Malbatê kemçe xwest, lê polîsan ji malbatê re got: "Hûn bi xwe derxin, bila 3 kes biçin." Piştî biryara dozgeriyê hate nîşandan kemçe dan malbatê.  

Malbatê cenaze wergirt û bir Êlihê. Ji xeynî ferdên malbatê bi sedan kes cenaze anîn goristanê. Polîsan diyar kir ku ji xeynî malbatê divê kes tevlî karê definkirinê nebe. Girseyê ev yek qebûl nekir û ji ber vê di navbera girseyê û polîsan de rageşiyek çêbû. Piştî rageşiyê qismek girseyê ket goristanê û qismek jê jî li ber deriyê goristanê ma. Polîsan li ber deriyê goristanê nasname kontrol kirin. Jinan cenazeyê Canê heya cihê gorê anîn û piştî wecîbeyên dînî cenaze hat definkirin.  

Piştî kar û barên definkirinê girseya li goristanê û ya li ber goristanê bi hev re dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin. Piştî her du girse gihaştin hev hejmara zêde bû. Girse heya ber mala malbatê meşiya. Di meşê de malbatê got: "Ez dêya şehîda me, ez dêya Dilvîn im, ez natirsim."

Li ber malê jî wêneyên Canê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.