Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Amara Serhat li Amedê hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Şevîn Roşna Hocaoglû (Amara Serhat) li Amedê hate veşartin. Amara Serhat 12'ê Tebaxa 2020'î li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di êrişa hewayî de şehîd bûbû.

Gerîlaya YJA Starê Şevîn Roşna Hocaoglû bi nasnav Amara Serhat, li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di 12'ê Tebaxa 2020'î de tevî gerîlaya YJA Starê Asmîn Cîlo (Medya Sonmez) û gerîlayê HPG'ê Kendal Baz (Sefa Kizilkaya) di êrişa hewayî de şehîd bûbû. Cenazeyê Amara Serhat piştî 11 mehan radestî malbatê hate kirin.

Piştî ku testa DNA'yê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê li hev hat, malbatê cenaze wergirt.

Cenazeyê Amara Serhat ji Goristana Bêkesan a Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê hate wergirtin û ew birin Amedê. Cenaze li goristana malbatê ya li navçeya Hênê ya Amedê hate veşartin.

Ji ber dorpêçiya polîsan tenê endamên malbatê karîbûn tevlî merasîma cenaze bibin.