Cenazeyê gêrîla Acar li Wanê hate veşartin
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Leyla Acar a ku di dema şerek ê li Colemêrgê de şehîd bûyî û piştî 2 mehan radestî malbatê hatî kirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Leyla Acar a ku di dema şerek ê li Colemêrgê de şehîd bûyî û piştî 2 mehan radestî malbatê hatî kirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.
Leyla Acar 15’ê Îlonê di şerek li zozana Beytanê ya Colemêrgê de şehîd bibû.
Cenazeyê Acar a ku li Saziya Tiba Edlî ya Colemêrgê rehîn hatibû girtin, piştî 2 mehan radestî malbatê kirin.
Cenazeyê Acar piştî ji Colemêrgê hate girtin, di bin dorpêça polîsan de li Goristana Karşiyaka ya li navçeya Rêya Ermûş a Wanê hate veşartin. Tenê destûr ji bo 6 kesan hate dayîn ku tevlî merasîma cenaze bibin.