Cenazeyê fermandarê HPG’ê Ertan Erol wê bi merasîmekê were veşartin

Cenazeyê yek ji Fermandarên Qada Dersimê ya HPG’ê Ertan Erol (Ferhat Dersim) ku Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû wê bi merasîmekê were veşartin.

Ji Fermandarên HPG’ê Ertan Erol Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû, cenazeyê Erol îro ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin û ber bi gundê Afşeker yê navçeya Pêrtag a Dersimê ve ketin rê.

Malbatê diyar kir ku eger şert û merc guncaw be îşev yan sibê wê cenaze veşêrin.

Erol sala 1985’an ji dayikbûbû, piştî ku perwerdehiya destpêkê li Dersimê bidawî kir, xwendiya xwe li Zanîngeha Kolnê domand û di sala 2005’an de beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûbû.

Erol li Ewropa û Kurdistanê li qadên cûda xebat meşand, dema ku fermandariya qada Dersimê dikir Adara 2018’an di şerekê de şehîd bûbû.

Cenazeyê Ferhat Dersim ê ku birayê Hevşaredara Dersimê ya berê Songul Eren, girseya gel ji bo veşartina cenaze ber bi gundê Afşeker ve ketin rê.

Malbata Erol diyar kir ku eger îşev şert û merc neguncaw bin wê sibê bi merasîmekê cenaze veşêrin.