Gerîlayê HPG'ê Ercan Ateş di şerê 20'ê Cotmehê de ku di encama êrîşa artêşa Tirk ya li Çiyayê Mercan a dikeve navbera navçeya Ovacik a Dêrsim û Erzînganê de derketibû şehîd bûbû. Cenazeyê Ateş rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê û îro spartin axê.
Hate diyarkirin ku wê cenazeyê Ateş ku 40 rojin li ATK’a Meletiyê hatibû ragirtin, piştî serlêdana malbata wî wê îro ji malbata wî re bê dayîn, lê cenazeyê Ateş ku anîn Dersimê bêyî ku radestê malbata wî bikin li Goristana Şaredariyê ya Ataturk di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin.
Leşkeran nehiştin malbata Ateş û Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu ku li goristanê amade bûn bikevin goristanê.
Hate zanîn ku malbata Ateş ji ber ku cenazeyên wan bêyî ku radestî wan bê kirin û nehiştin ku bikevin goristanê, wê sibê derbarê leşkeran de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bidin.