Cenazeyê endamê YPS'ê Mazlûm Ok li Nisêbînê hate veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Mazlûm Ok (Egîd Bagok) ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, li Nisêbînê hate veşartin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Mazlûm Ok (Egîd Bagok) ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, li Nisêbînê hate veşartin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Mazlûm Ok ku li Nisêbînê di berxwedana xwerêveberiyê de 3'ê Gulana 2016'an şehîd bû, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate girtin û piştî sal û nîvekê hate veşartin.
Tevî malbatê gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Ok li ber dûayan hate veşartin.