Cenazeyê endamê YPS'ê Abûkan hate veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Yuksel Abûkan bi nasnav Dilsoz Tolhildan ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, piştî du salan ji aliyê malbatê ve hate rakirin û li Wanê hate veşartin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Yuksel Abûkan bi nasnav Dilsoz Tolhildan ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, piştî du salan ji aliyê malbatê ve hate rakirin û li Wanê hate veşartin.
Piştî ku encamên testa DNA'yê eşkere bû, malbatê cenazeyê kurê xwe Yuksel Abûkan ji Goristana Bêkesan a Şirnexê derxist û anî bajarê Wanê.
Cenaze danê sibehê ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê hate rakirin û li Goristana Taxa Suphanê li ber diayan hate veşartin.
Di dema veşartina cenaze de artêşa Tirk a dagirker dor li goristanê girtibû.