Cenazeyê endamê OHD'ê Ozdemîr ji binê kavil hate derxistin
Cenazeyê endamê OHD'ê parêzer Serhan Ozdemîr ku li Amedê di binê xirbeyê Navenda Kar a Diyar Galerîa de ma, piştî 9 rojan ji binê xirbe hate derxistin.
Cenazeyê endamê OHD'ê parêzer Serhan Ozdemîr ku li Amedê di binê xirbeyê Navenda Kar a Diyar Galerîa de ma, piştî 9 rojan ji binê xirbe hate derxistin.
Endamê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Serhan Ozdemîr li qatê 5'an ê Navenda Kar a Diyar Galerîa ya Amedê tevî malbata xwe ya ji 8 kesan di binê enqazê de ma. Cenazeyê Ozdemîr piştî 9 rojan ji binê xirbe hate derxistin.
Ji malbata Ozdemîr 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.