Cenazeyê endamê HPC’ê Mûaz Îsa hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê HPC′ê Mûaz Îsa li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ve li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê kom bûn, cenazeyê Endamê HPC′ê Mûaz Îsa ku di 26′ê Sibatê de li bajarê Qamişlo di encama qezayekê de şehîd bibû, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayde Xelîl axivî û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da, diyar kir ku civak azad bibe wê biratiya gelan jî pêk were.

Fermandarê HPC′ê Aram Ezîz anî ziman ku ew ê di xebatên xwe de felsefeya neteweya demokratîk esas bigirin, ji bo civaka xwe ji dijminên hov biparêzin.

Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdulehed Gewriye jî berxwedana gelê Bakurê Sûriyê silav kir û got ku şervanên azadiyê bi saya felsefeya Rêbertiyê ya biratiya gelan û jiyana hevbeş, axa welat ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Mûaz Îsa bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.