Cenazeyê endamê Fermandariya HPG’ê ya Amedê Aydin Şîmşek li Bismilê veşartin

Cenazeyê endamê Fermandariya HPG’ê ya Amedê Aydin Şîmşek (Agît Şevger) ê di şereke li Lîcê de şehîd bûbû, li Bismil a Amedê veşartin.

Cenazeyê Aydin Şîmşek (Egîd Bismil) ku di 18'ê Gulanê de li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li Bismilê hat veşartin.

Cenazeyê Şîmşek 45 roj bûn li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê bû û îro radestî malbatê hat kirin.

Malbatê cenaze bir gundê Kopeklî yê Bismilê. Malbatê xwest cenazeyê Şîmşek li vir defin bike, lê cendirmeyan nehişt. Ji ber vê malbatê cenaze bir goristana Darliya Jorîn.

Gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Şîmşek hate veşartin.