Cenazeyê Dînç 5 sal in nadin malbatê

Cenazeyê Nevîn Dînç ku li Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, 5 sal in nadin malbata wê. MEBYA-DER'ê nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirin (MEBYA DER), ji bo dayina cenazeyê Nevîn Dînç a li navçeya Geverê ya Colemêrgê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Malbata Dînç û endamên MEBYA DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Cenazê Dînç dibin Erziromê. Piştî sê mehan testa DNA’yê ji malbatê tê xwestin. Malbat diçe Erziromê û test dide. Du meh piştî testdayînê encama DNA'yê ji malbatê re tê ragihandin. Lê li gel ku 5 salan derbas bûn jî, cenaze nadin malbatê."

Dayika Nevîn Dînç Sabahat Dînç jî, nearzîbûn nîşanî vê rewşê da û xwest cenazeyê keça wê êdî bidin wê. Dayik Sabahat, da zanîn ku bi zanebûn cenazeyê keça wê nadinê û wiha got: "Em dixwazin êdî cenazeyê me bidin me. Ev bêhiqûqî ye. Tehemûl nakin ku em cenazeyê zarokên xwe bigirin. Ev zilme. Ji vê zilmê re êdî bese."