Cenazeyê derhêner Mensûr Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin

Cenazeyê derhênerê Kurd Mensûr Kerîmiyan yê di 26’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hate qetilkirin, li Silêmaniyê bi merasîmekê hat veşartin.

Derhênerê Kurd Mensûr Kerîmiyan di 26’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin. Dewleta Îranê nehêla cenazeyê Kerîmiyan li bajarê wî Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê bê veşartin. Cenazeyê Kerîmiyan li Goristana Şêx Ebas ya li Silêmaniyê bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de wêneyê Kerîmiyan hat hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Li goristanê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Di merasîmê de ewilî li ser navê Saziya Malbatên Şehên Rojhilatê Kurdistan a li Başûr peyamek hat xwendin. Di peyamê de di şexsê Mensûr Kerîmiyan de tevayî şehîdên rêya azadiya Kurdistanê hat bibîranîn û hat gotin: “Şehîd Mensûr Ker3imiyan mînakek ya têkoşînê bû û hemû hewldanên wî ji bo avakirinê bûn û di aliyê hunerî de xizmetek mezin ji gelê Kurd re kir.”

Piştre peyama KNK’ê hat xwendin. Peyam ji aliyê Şêrko Heme Emîn hat xwendin. Di peyama KNK’ê de jî wiha hate gotin: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevayî gelê xwe re dixwazin. Şehadeta Mensûr Kerîmiyan wê rastiyê nîşan dide ku çarenûsa Kurdan hemû yeke. Li Rojhilat jidayik dibe, li Rojava şehîd dibe û li Başûr tê veşartin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku dijminê me tu cûdahiyê naxwe nava me de.”

Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebobekir jî axivî û got: “Îro şîn, şerm û şikestine, parçebûna me wisan kiriye ku ger ew lewaz jî bin, wê bi hêsanî bikarin li beramberî me biserkevin. Ji ber ku em ne yekgirtîne.”

Li ser navê Tevgera Azadî jî peyamek hate xwendin, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re hat xwestin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Şehîd Mensûr Kerîmiyan bi hunera xwe xizmetek mezin ji doza gelê xwe re kir, ew kesek netewî bû û astengiya Îranê nîşaneya wê ye ku şehîd ne kesên asayî ne.”

Di merasîmê de peyama hevrê û sînemagerên Rojhilatê Kurdistanê jî hat xwendin. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Li Rojhilat Navîn, dewleta Tirk a dagirker dijminê sereke yê gelê Kurd e. Dewleta faşîst tu cûdahiyek naxwe nava tu Kurdekî de. Bi alîkariya welatên serdest hewl dide li herderê destê xwe têxe nava xwîna Kurdan de.”

Li ser navê malbata şehîd, birayê wî Yunis Kerîmiyan jî axivî û got: “Me weke hevrê û malbata şehîd gelek hewl da cenazeyê şehîd li cihê hatiye dinê bi merasîmek heybet oxir bikin. Lê mixabin desthilatdarên Îranê rê nedan. Ji ber wê me biryar da em li vir veşêrin. Sine û Silêmanî zarokên yek dayikê ne, ew dayik jî Kurdistan e. Em spasiya hemû hevrê û kesên ku bi her cûrek xema me parvekirine dikin.”

Li ser navê Çand û Hunera Başûr û Komîna Film a Rojava jî peyam hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de hat gotin: “Em têkoşîna hunermend Mensûr Kerîmiyan ku nêzî 20 salan di warên cûda yên sînemayê de kar kir giring dinirxînin. Em soz didin em ê li ser rêya şehîdan berdewam bin. Yên ku li gel şehîd kar kirin dizanin ku ew xwedî li çand û hunera doza Kurd derdiket. Em dizanin ku her parçeyek li gel êşên parçeyek din yê Kurdistanê de jiyan dikin. Ji ber wê Şehîd Mensûr jî ev rê hilbijart.”

Piştî axaftin û peyaman bi dirûşmên “Şehîd namirin” cenazeyê Mensûr Kerîmiyan li Goristana Şêx Ebas ya Silêmaniyê hat veşartin.