Cenazeyê Demhat Kobanê li Dirbesiyê hat veşartin
Şêniyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê Demhat Kobanê li goristana Şehîd Ristem Cûdî veşartin.
Şêniyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê Demhat Kobanê li goristana Şehîd Ristem Cûdî veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hildan, cenazeyê şervanê YPG′ê Cuma Mihemed (Demhat Kobanê) yê ku di 25′ê çile de li bajaroka Silûkê jiyana xwe ji dest dabû wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG′ê ve dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman axivî û da zanîn ku bi têkoşîna cangoriyên azadiyê, îro salvegera rizgarkirina Kobanê tê pîrozkirin. Her wiha Osman bal kişand ser girîngiya parastina nirxên jiyana hevbeş û biratiya gelan li hember dijminên gelên herêmê.
Her wiha Fermandarê YPG′ê Bawer Amed, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Mihemed, birayê têkoşer Îbo Mihemed aixîvin û dane zanîn ku serkeftinên herêmê bi saya xwîna şehîdan hatin bidestxistin, her wiha soz ku ew ê şopdarên riya cangoriyên azadiyê bin û herêmê ji komên terorîst rizgar bikin.
Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyan dayîkan de, hat veşartin.