Cenazeyê Bîlîr li Êlihê hate veşartin

Egîd Bîlîr ê endamê YPS’ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, piştî ku cenazeyê wî hate naskirin li bajarê wî Êlihê hate veşartin.

Cenazeyê endamê YPS’ê Egîd Bîlîr (Ronî Dilşêr) ku 14’ê Kanûna 2015’an di berxwedana xwerêveberiyê ya navçeya Cizîr a Şernexê de jiyana xwe ji dest dayî piştî serlêdana malbatê hate standin.

Li dû 2 salan, piştî ku malbatê cenazeyê kurê xwe nas kir cenaze anîne Êlihê. Cenazeyê Bîlîr li Goristana Asrî ya Êlihê bi merasîmekê hate veşartin. 

Di merasîma cenaze de rêveberiya HDP, DBP’ê yên bajêr û navçeyan û  gelek welatî hebûn.

Bîlîr bi duayan hate veşaritn.