Cenazeyê bavê Sara Kaya ya HDP'î ya dîlgirtî hate veşartin

Cenazeyê Galîp Yûsûfoglû, bavê hevşaredara Nisêbînê ya dîlgirtî Sara Kaya, bi merasîmekê hate veşartin.

Galîp Yûsûfoglû 7'ê tebaxê roja Şemiyê jiyana xwe ji dest dabû. Hevşaredara Nisêbînê ya HDP'î Sara Kaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê dîlgirtî ye, ji bo karibe tevlî merasîme cenazeyê bavê xwe bibe serlêdan kiribû.

Têkildarî serlêdanê, destpêkê Walîtiya Mêrdînê û Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê bi hinceta 'nikare ewlekariya wê bê kirin' hatibû redkirin.

Lê belê piştre li ser serlêdnaa parêzeran û hewldanên Navenda Giştî ya HPD'ê, destûr hate dayin ku Kaya tevlî merasîmê bibe.

Merasîma cenaze li Nisêbînê hate kirin. Bi hinceta şewba koronayê jî tenê destûr ji 30 kesî re hate dayin ku tevlî merasîmê bibin.