Cenazeyê Aslan a ku li Cizîrê hatibû qetilkirin, piştî 40 mehan hate teşhîskirin

Cenazeyê Hazal Aslan ku li jêrzemînên Cizîrê hatibû şewitandin, piştî 40 mehan hate teşhîskirin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyên kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê hatin kuştin, li goristanên bêkesan tên rawestandin. Cenazeyê endama YPS'ê Hazal Aslan ku dema êrîşên "Jêrzemînên Wehşetê" di 16'ê Sibata 2016'an de hatibû şewitandin û kuştin, piştî 40 mehan hat teşhîskirin û radestî malbatê wê hate kirin. Malbata Aslan ku piştî rakirina qedexeyê ji bo girtina cenazeyê keça xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê dabû, piştî 40 mehan hîn bû ku cenazeyê keça wan li goristana bêkesan a Rihayê ye.

CENAZE WÊ LI WANÊ WERE VEŞARTIN

Malbat Aslan piştî teşhîskirinê, cenazeyê keça xwe girt û ber bi Wanê ve ket rê.

Wê cenazeyê Aslan li goristana taxa Yenî Mahalle ya Wanê were veşartin.