Cenazeyê Şehîd Rizgar ji deriyê Sêmalka hate girtin

Cenazeyê nûçegihan Rizgar Adanmiş, ku 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû, ji aliyê  şêniyên Mexmûrê ve ji deriyê Sêmalka hate girtin.

Cenazeyê nûçegihan Rizgar Adanmiş (Denîz) ji aliyê  şêniyên Mexmûrê û endamê Rêveberiya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî ve ji Deriyê Sînor ê  Sêmalka ya di  navbera Rojava û Başûré Kurdistanê de hate girtin.

Gel cenazeyê nûçegihan Rizgar Adanmiş bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' pêşwazî kir. Karwanê cenaze ku ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi Mexmûrê kete rê.

Cenazeyê şehîd Rizgar Adanmiş wê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê were veşartin.

Rizgar Adanmiş roja 12'ê Cotmehê li bejahiya Dêra Zorê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê ya bi wesayita bombebarkirî ya li dijî sivîlan bi giranî birîndar bûbû û 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû.