Cenazeyê Çinar nayê dayîn: Polîsan êrîşî gel û parlementeran kir!

Girtiya siyasî ya bi navê Medya Çinar a ku çalakiyeke fedaî kiribû, cenazeyê wê teslîmî malbata wê nayê kirin. Li pêşiya morgê polîsan êrîşî parlementer û gel kirin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê îro li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiya bi navê Medya Çinar (24) dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Çinar birin morga Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Cenazeyê Çinar hê jî nedane malbatê. Parlementerên HDP’ê Tûma Çelîk, Pero Dundar û Ebru Gunay jî di nav de, gel li ber morgê li benda teslîmkirina cenaze ne.

Tê payîn ku wê cenazeyê Çinar li gundê Margik ê Qoserê were veşartin.

Polîsan malbat û heyeta HDP’ê ji pêşiya morgê dûr xistin. Polîsan li pêşiya morgê bi mertalên xwe barîkat ava kirin û nehiştin ku kes nêz bibe.

POLÎSAN ÊRÎŞ KIR

Polîsan diyar kir heta ku girse belav nebe wê cenaze teslîm nekin. Li dijî vê biryara polîsan girseyê slogana ‘Şehîd namirin’ berz kirin û polîsan êrîşî girseyê kir. Di êrîşê de 3 kes hatin destgîrkirin.