Cenazeyê 5 gerîlayên HPG’ê hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Firat Bûrakmak, Lokman Karacadag, Azad Aktaş ên li bejahiya Amedê jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê û Haşim Aslan û Emîn Başar jî li Êlihê hatin veşartin.

Piştî cenazeyên 7 gerîlayên ku di operasyona leşkerî ya mahe Nîsanê li bajahiya navçeyên Hezro, Karaz û Licê yên Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin teşxîskirin û şûnde, radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Senar Kaya yê li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perewerdehiyê ya Gazî Yaşargîl birin Wanê, Haşim Aslan û Emîn Başar birin Êlihê, Firat Bûrakman jî birin navçeya Farqîn a Amedê, Loqman Karacag û Azad Aktaş jî birin Goristana Yenşkoy a Amedê. Cenazeyê Ahmet Derwêş (Herdem Kobanê) jî ji ber ku malbata wî li Kobanê ye nehat girtin.

Cenazeyên Gerîlayên HPG’ê Loqman Karacadag (Rustem Amed) û Azad Aktaş (Çiyager Koçer) ji aliyê malbatan ve hatin girtin, ji bo definkirinê ber bi Goristana Yenîkoyê ve ketin rê. Li gel rêveberên HDP’ê û DBP’ê bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî wecîbeyên olî li Mizgefta Yenîkoyê hate pêkanîn û şûnde cenazeyê Aktaş û Karacadag heta goristanê darbesta wan li ser milan hate birin. Tevî ku polîsna rê neda ku dirûşman qîr bikin, girseyê bi dirûşmê “Şehîd Namirin” û tilîliyan heta goristanê çûn. Bi sedan polîs û wesayîtên zirxî ji bo goristanê dorpêç bikin hatin sewqkirin.

Aktaş ve Karacadağ’ın cenazeleri yan yana defnedilirken, duygulu anlar yaşandı. Defin işlemi esnasında halk, “Şehîd namirin” sloganları atarken, saygı duruşunda bulundu.

 ‘WÊ DAWÎ BI HEYBET BE’

Bavê gerîlayê HGP’ê Aktaş Yûsûf Aktaş li ser navê her du malbatan axivî û got: “Weke Şehîd Çiyager gotî dawî çi dibe bila bibe wê bi heybet be.” Ev her du gerîla jî di vê rêyê de şehîd ketin. Şehîd rûmeta me ne. Şehîd namirin.”

Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê bajarê Amedê Zekî Baran jî wiha got: “Dema ku ew şehîd ketin ew ala ku radestî me kirî, çi dibe bila bibe em nahêlin bikeve erdê. Em li vir soz didin şehîdan. Em ê di rêya wan de bimeşin û xwedî li mîrasê wan derkevin. Êdî divê ev xwîna dirije bibe wesîleya aştî û azadiyê.”

Piştî merasîmê girse ji goristanê veqetiyan, wê sersaxî li Terkan Yasevî bê qebûlkirin.

LI CEM KURXALÊN WE HAT DEFINKIRIN

Di heman şerî de cenazeyê Firat Bûrakmak (Zinar Agîd) yê HPG'yî ku jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wî ve anîn Gundê Şifqet yê Farqinê. Piştî wacibên olî, cenaze anîn goristanê. Cenaze li goristana ku kurxalên wî Ûgûr û Erkan Bûrakmak ên bira yên YPS'yî ku di şerê 2016'an yê li Sûrê de jiyana xwe jidest dabû, hat veşartin.

ÊLIH

Cenazeyê Haşim Aslan (Serhildan Batman) û Emîn Başar yên HPG'yî ku di bombardîmana li Licê de jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Elihê. Girseya gel a ku li Gundê Xincik ê ku ketina bajêr de xwestin pêşwaziya cenazeyê bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Cenazeyê Başar ê HPG'yî di bin çavdêriya wesayîta zirxî de anîn Goristan Asrî ya Êlihê. Cenaze ji aliyê endamên malbatê ve hate veşartin.

Cenazeyê Aslanê HPG'yî jî anîn Gundê Tihesen yê girêdayî navçeya Kercews a Elihê. Cenaze bi duayan hat veşartin.