Cenazeyê 4 şervanan li Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê spartin axê.
Welatiyên bajarê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê spartin axê.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulkerîm Qewace ku li gundê Erîma yê rojavayê Minbicê ji ber mayîneke çeteyên DAIŞ′ê, Elî Tebaş (Ebû Îlyas) û Raxib Nasir (Mezlûm Minbic) ên ku li gundên bakur rojavayê bajêr di berxwedana li dijî çeteyên Mertala Firatê û Hecûc El-Hisên ên jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.
Li goristanê ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Xelf axivî û diyarkir ku şehîdên azadiyê destanên lehengiyê ava dikin, her wiha berxwedana şervanan silav kir û soza şopandina rêya wan da.
Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî axivî û diyarkir ku şervanên azadiyê ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda dikin û got: ″Lehengên me li eniyên berxwedanê li dijî êrîşên çeteyan şer dikin.″
Di dawiyê de Endama Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Ezab El-Ebûd jî axivî û soza şopandina rêya şervanên azadiyê da.
Piştî xwendina nasnameya her 4 şervanan, cenazeyên her 4 şervanan li goristanê hatin veşartin.