Cenazeyê 3 kesên ku dewleta Tirk li Erziromê qetilkirin hatin veşartin

Cenazeyê ji 4 kesên bi navê Tarik Şen, Veysî Çelîk, Taner Agir ên li taxa Reşa Sebrî ya girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin li warê wan hatin veşartin.

Leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî roja Înê di saetên sibê de avêtin ser taxa Reşa Sebrî ya li navçeya Qereyazî ya Erziromê û piştî ku agir berdan malekê û demek dirêj gule li ser malê reşandin 4 kes hatibûn qetilkirin. Îro cenazeyê 3 kesên ku hatibûn qetilkirin ji aliyê malbatan ve ji Saziya TIba Edlî ya Erziromê hate girtin.

Cenazeyê Tarik Şen li taxa Xirbsork a girêdayî navçeya Saray a Wanê, Taner Agir jî li taxa Kurdka ya girêdayî navçeya Qereyaziyê hate veşartin.

Dîsa ji bo veşartina cenazeyê Veysî Çelîk ya li taxa Gazbel a Qereyaziyê ve ketin rê.