Cenazeyê 3 gêrîlayan radestî malbatan kirin

Cenazeyê 3 gêrîlayên HPG’ê yên li Goristana Zevye ya li Sêrtê veşartibûn, radestî malbatên wan kirin.

Malbatên 3 endamên HPG'yî yên di êrîşên hewayî de li Herekolê û Şîrvanê jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Zevye hatibûn definkirin, piştî çend meh şûnde cenazeyê zarokên xwe wergirtin.

Li Herêma Herekolê ya Sêrtê di 28'ê Îlonê de şer derketibû. Di şer de gêrîlayê HPG’ê Robin Bakir şehîd bibû. Di 14'ê Tebaxê de jî li Gundê Cevîzlî yê Şîrvanê di encama êrîşa hewayî de gêrîla Davut Tul û Vedat Ok şehîd bibûn. Cenazeyên 3 endamên HPG'ê li Goristana Zevye ya Sêrtê hatibûn veşartin.

Malbatan piştî agahî bihîstibûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabûn. Piştre çûbûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê xwîn dabûn û xwestibûn testa DNA bê kirin.

Piştî encama testa DNA diyar bû, malbata Bakir piştî 4 mehan, malbata Tul û Ok jî piştî 2 meh şûnde çûn cenazyên zarokên xwe girtin.

Malbatan di bin dorpêça polîsan de cenazeyê zarokên xwe ji goristana lê hatibûn veşartin, derxistin û ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin.

Malbatê cenazeyê Vedat Ok wergirtin û ber bi Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ketin. Malbata Davut Tul jî cenazeyê kurê xwe wergirtin û ber Navçeya Qelqeliyê ya Wanê, malbata Robin Bakir jî cenazeyê xwe girtin û ber bi navçeya Seyhan a Edeneyê ve bi rê ketin.