Malbatan cenazeyên 2 gerîlayan wergirtin

Malbatan cenazeyê gerîlayê YJA Star Leyla Acar û gerîlayê HPG’ê Hamît Kartal girtin û ji bo veşartinê jî ber mi warên xwe ketin rê.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Leyal Acar û Hamît Kartal ên di şerekî 15’ê Îlonê li zozanên Beytanê ya Colemêrgê de şehîd bûbûn, li Saziya Tiba Edlî ya Colemêrgê (ATK) dihatin ragirtin, piştî 2 mehan û şûnde hatin girtin. Piştî nimûneya testa DNA’yê ya derket û şûnde agahî dan malbatan ku werin ATK’ê cenazeyê xwe bigirin.

Malbatan cenazeyê zarokên xwe girtin. Wê Leyla Acar li Wanê û Hamît Kartal jî li Amedê bên veşartin.