Cenazeyê gerîlaya HPG'ê 50 roj in nadin malbata wê

Gerîla Saniye Toprak meha Tebaxê li Çiyayê Gabarê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Saniye Toprak nêzî du meh in nadin malbata wê.

Gerîlaya YJA Starê Saniye Toprak (Diljîn Marya Dersim) 23'ê Tebaxê di şer de şehîd bûbû.

Cenazeyê Toprak beriya ku li benda encama DNA'yê bisekinin li goristana bêkesan a li taxa Bahçelîevlerê veşartin. Cenazeyê gerîla Toprak 50 roj in nadin malbata wê.

Piştî ku Dozgeriya Şirnexê li malbatê geriya, malbatê meha Îlonê mînak xwînê da. Malbat 15'ê Îlonê çû Şirnexê û hevdîtin bi dozgeriyê re kir. Dozgeriyê ji malbata Toprak re got, "Keça we hatiye veşartin. Dosya li ser veşartinê li ber destê me ye. Lê belê heta ku testa DNA'yê eşkere nebe em ê cenaze nedin."

Malbatê ragihand ku ji wan re hatiye gotin, encama testa DNA'yê wê heta 20 rojî eşkere bibe, lê belê tevî ku 28 roj derbas bûne hîn eşkere nebûye.