Çekdarên PDK’ê rojnamevanan dikin armanc, 2 rojnamevanên Çira TV birîndar bûne
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li Şengalê 2 rojnamevanên kanala Çira TV yên ku li herêmê bûyer dişopandin, di êrîşa çekdarên PDK’ê de hatin birîndarkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li Şengalê 2 rojnamevanên kanala Çira TV yên ku li herêmê bûyer dişopandin, di êrîşa çekdarên PDK’ê de hatin birîndarkirin.
Hat diyarkirin ku çekdarên PDK’ê rojnamevanan dikin armanc, 2 rojnamevanên Çira TV ên bi navê Hadî Îlyas û Îzet Îsmet di êrîşan de birîndar bûne.
Rojnamevan Hadî Îlyas ji zikê xwe û Îzet jî ji serê xwe birîndar bûye. Rojnamevan Hadî Îlyas ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyeke Rojavayê Kurdistanê.
Hêjayî gotinêye ku di êrîşa vê sibehê ya çekdarên ser bi PDK’ê de heta niha 3 rojnamevan birîndar bûne.
Rewşa rojnamevan Nûjiyan Erhan girane, rojnamevanên din ên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.