Cejna Cimaya Hacalî li Şengalê hate pîrozkirin

Li gel ferman, talan û koçberiyê jî xelkê Şengalê bi rê û resmên xwe yên olî ve girêdayî ye û rojên xwe yên bi wate timî pîroz dikin. Bi vê çarçoweyê, Cejna Cimaya Hacalî li Şengalê hate pîrozkirin.

Cejna Cimaya Hacalî di roja duyemîn de tê pîrozkirin. Di roja yekemîn de gelek kesî serdana mizgargeha Hacalî kirin, xêr belav kirin û govend gerandin. Pîrozbahiya cejnê îro jî bi rê û resmên olî dewam kir.

Micêwirê Qubê Pîr Hecî li ser rê û resmên cemayê axivî û got, "Civaka Êzidî gelek xêran dikin û tînin ber vê qubeya Hacalî. Em jî xizmetê ji gelê xwe re dikin. Her kesê dixwaze xêrekê bike li ber qubeyê belav dike. Keç û xort jî bi hev re dîlanê digerînin."

Xezal Êzdîn jî ku beşdarî pîrozbahiyê bû kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo wan gelekî girîng e li ser xaka xwe li gel dost û hevalên xwe cejna cimayê pîroz dikin.

Xêro Xelef jî cejna Cimayê li tevahiya Êzidiyan pîroz kir û got, "Meha Tebaxê ji bo me rojeke reş jî bie em xwedî îrade ne û hemû rojên xwe bi wate dikin.