KONGRA GEL: Em xwedî li destketiyên berxwedana Şengalê derkevin

Hevserokatiya Dîwanê ya KONGRA GEL bal kişand ser metirsiya li ser Şengalê û bang li civaka Kurdistanê kir ku li welat û li derveyî welat xwedî li destketiyên berxwedana Şengalê derkevin.

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Êzî ya civata Êzidî peyamek weşand û cejn li civata Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di peyamê de hate gotin, "Em hêvîdar in ku Cejn bibe wesîleya yekîtiya gelê me û xwedîderketina li destketiyên berxwedana Şengalê."

Peyama KONGRA GEL wiha dewam kir:

"Mixabin gelê Êzdî Cejna Êzî di bin şertên pir giran de pêşwazî dike. PDK'ê di sala 2014'an de Şengal teslîmê DAÎŞ'ê kir, niha jî teslîmî hikumeta Bexdayê kir. Lê belê gelê Êzdî ji sala 2014'an ve li hemberî hemû planên komkujiyên fîzîkî û siyasî berxwedaneke bi heybet dimeşîne. 

Em berxwedana gelê Şengalê bi dil û can pîroz dikin. Bi rastî jî berxwedaneke bi qehremanî û dîrokî ye. Pêwîste gelê me pir baş bizanibe ku bingeha parastina nirxên Şengalê, wê bi berxwedana gelê me çêbibe. Li ser vî esasî jî pêwîste gelê me ji hêza xwe bawer bibe. Di vê rewşê de pêwîste Cejn jî bibe wesîla xwedî derketina destketiyên gelê Şengalê.

Gelê Kurdistanê li welat û derveyî welat pêwîste Şengalê xwedî derkeve. Di van şert û mercan de şehadeta Mam Beşîr ji bo me û gelê Êzdî windayiyek pir mezin û êşek pir giran bû. Şehadeta Mam Beşîr wesîleya bilindkirina têkoşîna xwedîderketina li Şengalê ye. Em li ser vê bingehê dikarin li hemû şehîdên xwe xwedî derkevin.

Di sala 2014'an de ji Şengalê paşvekişandina peşmergeyên PDK'ê, biryara fermana gelê Êzdî ya 74'emîn e. Berpirsyarê vê fermanê yekser PDK ye. Niha jî ev tifaqa li Şengalê ya ku bi hikumeta Bexdayê re pêk hatiye, berdewama vê fermanê ye. Dixwazin gelê Şengalê teslîm bistînin, hêvî û baweriya gelê Êzdî têk bibin. Gelê Kurdistanê û gelê Êzdî vê yekê tu carî ne qebûl dike ne jî ji bîr dike.

Gelê Şengalê li hemberî DAÎŞ'ê parastina xwe ya rewa kir. Keç û xortên Êzdî (YBŞ, YJŞ) xwe rêxistinkirin û gelê xwe parastin û nehiştin ku fermana 74'emîn li Şengalê tam bigêhêje armanca xwe. Niha jî li hemberî tifaqa PDK'ê û hikumeta Bexdayê gelê xwe diparêzin.

Em car din Cejna Êzî pîroz dikin û ji gelê Kurdistanê re bang dikin; 

Gelê Şengalê niha li hemberî fermana 75'emîn, berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Ji vê berxwedanê pîroztir tiştek nîne. Em bi giştî deyndarên gelê Êzdî ne ku 74 ferman derbaskirin, niha jî li hemberî a 75'emîn li ber xwe didin. Parastina destketiyên Şengalê ji bo me erkekî însanî, neteweyî û exlaqî ye. Pêwîste li welat û li derveyî welat em bi ruhekî serketinê li Şengalê xwedî derkevin û berxwedanê bilind bikin. Li ser vî esasî jî em dikarin bersiva planên dewletên dagirker û hevkarên wan bidin."